18 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
VAN
Gelek tûrîstên ji Îranê betlaneya Newrozê ya 13 roj e li Tirkiyeyê derbas dikin û ev jî bi kêrî esnafên Wanê tê.
Gelek welatiyên Îranê betlaneya xwe li Wanê derbas dikin. Tûrîstên tên Tirkiyeyê ji Deriyê Sînor a Kapikoyê ya li Saraya navçeya Wanê derbasî welêt dibin.
Li deriyê sînor ji ber siqletiyê hejmara deriyan ji 2yan derket 4an û di nav 4 rojan da 7 hezar û 280 tûrîst derbasî Wanê bûn.
Endamên lijneya rêvebiriya Odeya Pîşesazî û Ticaretê ya Wanê (TSO), acente û otêlan li ber deriyê sînor pêşwaziya tûrîstan kirin. Di pêşwazîkirinê da qerenfîl û çoqlate dan tûrîstan û Cejna Newrozê li wan hat pîrozkirin.
Ji ber danûsitandina tûrîstan esnafên bajêr jî kêfxweş in.
Fatîh Çiftçiyê Alîkarê Wezîrê Ticaret û Gumrukê destnîşan kir li Deriyê Sînor a Kapikoyê tevdîr hatine hildan û amadehî hatine temamkirin.
Necdet Takvayê Serokê TSOyê destnîşan kir ji ber nasandina li Îranê tê kirin hejmara tûrîstan zêde bû û got îsal serdana tûrîstên ji Îranê zû dest pê kir.