Haydar Şahin
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
VAN
Li Wanê di çarçoveya xebatên ji bo modernîzasyona Deriyê Sînor ê Qapikoyê da projeyên Bargeha Lojîstîkê, Laboratuvara Gumrikê a Modern, Navenda Depokirinê û Navenda Bazirganiyê ya Qapikoyê ew ê bên çêkirin, armanca van projeyan ew e ku Herêma Rojhilatê Anadoluyê pêk bikeve.
Li Wanê ji bo ku potansiyela aboriya bajêr zêde bikin projeyên nû tên çêkirin. Di çarçoveya projeyên modernîzasyona Deriyê Sînor ê Qapikoyê da ji bo çêkirina Bargeha Lojîstîkê, Laboratuvara Gumrikê a Modern, Navenda Depokirinê û Navenda Bazirganiyê ya Qapikoyê dest bi xebatan kirin.
Fatîh Çîftçiyê Alîkarê Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi van projeyan va bajar û herêm ê qezencên girîng bi dest bixin.
Çîftçî got wek wezaret ji bo çêkirina projeyan xebatên girîng didomînin, bi projeyên teze va Deriyê Sînor ê Qapikoyê ew ê bigihîje statuya ku heq dike.
- "Êdî hemû tehlîl ew ê li Wanê bê kirin"
Çîftçî got ew ê Laboratuvara Gumrikê ya Modern a Navneteweyî li Wanê çêkin, ev projeya ji bo herêmê zehf girîng e û wiha axivî:
"Tehlîla hemû tiştên ku ji deriyên sînoran derdikevin li bajarên mezin ên wek Stenbol, Enqere û Qonyayê tên kirin. Hin caran ji bo tehlîla tiştekî demeke qasî mehekî hewce dike. Dibe ku encam şaş jî derkeve. Di vê mijarê da tengasiyan dikişînin. Bi xebatên nû va hemû tehlîlên îdxalat û îxracatê yê li Wanê bên kirin. Bi vê pêkanînê va bazirganî dê hêsan be. Bi van projeyan va bajar û herêm ê qezencên girîng bi dest bixin."
Çîftçî bal kişand ku dewlet ji aliyekî va li ser mijara ewlehiyê xebatên girîng dimeşîne ji aliyê din va jî giraniyê dide ser veberhênanê.