GAZÎANTEP
Gundiyan got ku em dixwazin ku abîdeya mezelê dîrokî ya li gor texmînan di dema Romayê de hatiye çêkirin û heta roja me maye, bê parastin. Gundiyan îdia kir ku heke neyê parastin û restorasyona wê neyê çêkirin dê di demeke nêz de bi temamî hilweşe û ji parlementerê AK Partiyê yê Gazîantepê Mehmet Erdogan û Walî Erdal Ata arîkariyê xwestin.
Hûseyîn Çevîk li ser navê gundiyan daxuyanî da û got em dixwazin ku xebatên restorasyonê û peyzajê ji bo abîde mezelê bên kirin û abîde mezelê ji bo tûrîzmê vekin.
Çevîk wiha axivî: "Em wisa difikirin ku heke ev abîde mezelê ku di heyama Romayê de hatiye çêkirin, heta roja me digel her tiştî li ser piyan maye neyê parastin dê di demeke kurt de hilweşe û ji holê rabe."