Elif Orhan
26 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
"Festîvala Fîlman a Bogazîçiyê ya 6emîn" a ku bi Komeleya Sînemayê ya Bogazîçiyê ya Navneteweyî û Akademiya Çapemeniyê ya Stenbolê ve tê lidarxistin dê sibê destpê bike.
Fîlma vekirinê ya festîvala ku bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê hat tetbîqkirin û Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkara Ragihandinê ya Global e "Old Man and The Gun" e.
Di festîvalê de pêşbirka neteweyî û navneteweyî, piştgiriya Bosphorus Film Lab a ku bi taybetî ji bo sînemavanên herêmî tê pêşkêşkirin û mêvanên taybet cî digirin û dê ji 41 welatan 88 fîlmên 90 derhêneran bên nîşandan.
Di beşên pêşbaziyê de bi tevahî dê 400 hezar lîre xelata pereyê bê dayîn û derhêner û lîstikvanên wekî Bent Hamer, Sergeî Loznîtsa, Paulo Branco, Leyla Xatemî, Payman Maadî li Stenbolê bên ezimandin.
Di Festîvala Fîlman a Bogazîçiyê ya 6emîn de çalakiyên ku dê gelek kesên ku di nav de Mert Firat, Belçîm Bîlgîn, Omer Faruk Sorak, Zeynep Atakan jî hene beşdar bin pêşkêşî eleqeya sînemahezan bikin.
Festîval dê di 3yê sermawezê de xilas bibe.