Elif Irmak
13 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2020
Li girê Zernakiyê ya li Erdîşa navçeya Wanê li qada ku lê bermayiyên bajarê dîrokî yê plana xet û rêyên bipîvan hat dîtin ji bo ku xebatên xilaskirinê bidin destpêkirin lêkolîn hat kirin.
Ji bo ku bermayiyên bajarê dîrokî yê plana xet û rêyên bipîvan yê ku li Taxa Işikliya Jor li ser qadeke 270 hektarî ye û biqasî 2,5 kîlomêtro dirêj e û 1,5 kîlomêtro fireh e derxînin holê xebat dan destpêkirin.
Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (ZYY) Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu û Midûrê Muzeya Wanê Erol Uslu li herêmê lêkolîn kir û cihê xîmên avahiyan, bermayiyên kerpîç, seramîk, parçeyên dîz û qafikan, dîwarên sûrê û kanên kevir ên ku melzemeyên kevirê kilsê jê tê sitandin û di avakirina avahiyan da tê bikaranîn tesbît kirin.

Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Girê Zernakî li rojhilatê Anadoluyê û li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tekane bajarê antîk e ku bi plana xet û rêyên bipîvan hatiye çêkirin.
Çavuşoglu behs kir ku plana xet û rêyên bipîvan li bajarên antîk ên li peravên Egeyê tê emilandin û wiha axivî: "Lêbelê li rojhilatê Anadoluyê bajarên bi vî rengî yên bi plana xet û rêyên bipîvan tunene. Ji ber vê gelekî girîng e. Li vir di encama kolanên arkeolojîk da dê bersiva pirsên kî vê mîrateya çandê çêkiriye, ev der ji kî maye, li vir kî jiyaye derkeve holê."
Çavuşoglu qal kir ku di lêkolînên xwe da tesbît kirin ku qad ji hêla arkeolojîk va xwedî daneyên gelekî girîng e û wiha axivî:
"Ji bo ku bi kolanên qaçax heyberên çandî bêtir zirarê nebînin û mîrateya çandî derxînin holê me bi Midûrê Muzeya Wanê Erol Uslu ra li erazî lêkolîn kir. Em plan dikin ku bi îzna Wezareta Çand û Turîzmê, serokatiya Midûriya Muzeya Wanê, serokatiya me ya zanistî va kolana xilaskirinê bikin. Me lêkolîn kir ka dikarin li ku kolana xilaskirinê bikin. Li ser rûyê qadê gelek seramîk, dîz û cêr tên dîtin. Ji bo ku mekanên jiyanê yên di bin erdê da jî derkevin holê me teşebûseke wiha kir. Li vir beşeke hatiye texrîbkirin heye. Hem dîwarên xîmê hem jî kerpîçên li serê hê jî dimînin. Me dîwarên sûrê û kanên kevir ên ku melzemeyên kevirê kilsê jê tê sitandin û di avakirina avahiyan da tê bikaranîn tesbît kirin. Ji bo ku ev mîrateya çandî bêtir zirarê nebîne û daneyên arkeolojîk winda nebin plan dikin ku kolanê bidin destpêkirin."