09 Sibat 2016•Rojanekirin: 10 Sibat 2016
IGDIR
Serokê Gişkî yê Komeleya Têkoşîna Dijî Îdiayên Êrmeniyan ên Bêesil a Navneteweyî (ASÎMDER) Goksel Gulbey got, "Ermenistan di herêma Qerebaxa Çiya ya erdê Azerbeycanê ya ku dagir kiriye da PKK û rêxistinên din bi cî dike ku avantajê bi dest bixe."
Gulbey li avahiya komeleyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji ber operasyonên ku Tirkiye di van demên dawî da dike rêxistina terorê ji Qendîlê derbasî Qerebaxa Çiya ya erdê Azerbeycanê ya ku Ermenistanê dagir kiriye dibe û wek baregeh bi kar tîne.
Gulbey destnîşan kir ku piştî operasyonên dawiyê rayedarên payebilind ên rêxistinê di herêmê da asê man û ji bo ku di ewlehiyê da bimînin derbasî Qerebaxa ku lê qampên wan ên perwerdeyê hene dibin û wiha pê da çû:
"Ermenistan di herêma Qerebaxa Çiya ya erdê Azerbeycanê ya ku dagir kiriye da PKK û rêxistinên din bi cî dike ku avantajê bi dest bixe. Malbatên ermenî zarokên xwe wek leşker naşînin wê herêmê. Wek mayîn Ermenistan dizane ku Azerbeycan ji bo xilaskirina wî erdî amade ye ku şer bike ji bo vê jî Ermenistan rêxistinên terorê li wê derê bi cî dike ku ji hêza wan îstifade bike. Ermenistana ku bi piştgiriya Rûsyayê Qerebax dagir kiriye destûr daye ku PKK wê derê wek baregeh bi kar bîne."
Gulbey diyar kir ku Rûsyayê di navbera salên 1923 û 1929an da li Qerebaxa Çiyayê herêma bi navê "Mixtariyeta Kurdistana Sor" ava kir ku kurdên li Azerbeycan, Ermenistan û Îranê dijîn li vê derê bi cî bike û wiha pê da çû:
"Ji dîrokê vir da Rûsya û Ermenistan kurdên Qafqasyayê ji bo armancên xwe bi kar tînin, dixwazin ku karta xwe ya Kurdistana Sor îcar bi PKKyê bilîzin. Evê kêrî kurdan neyê û kêrî mirovên li herêmê jî neyê. Rûsya û Ermenistan ji ber ku hesreta çavên kurdan û PKKyê ne wiha nakin, ji ber ku navbera wan û Tirkiyeyê xirab bûye piştgiriyê didin. Dibê kurdên Qafqasyayê nexapin. Dibê Tirkiye û Azerbeycan di vê mijarê da tevdîrên xwe hildin û vê lîstika Rûsya û Ermenistanê bidawî bikin."