Nihat Kavşut
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
HATAY
Endamên PYD/PKKa rêxistina terorî ku Efrîna herêma Sûriyeyê dagir kirine 52 rokêt û guleyeke hawinê avêtin sivîlên li Kilîs û Hatayê û ji ber êrişan 5 kes hatin kuştin û tevî zarokan 73 kes jî birîndar bûn.
Ji ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê 20ê Rêbendanê li Efrîna herêma Sûriyeyê dijî hedefên terorê da destpêkirin 11 roj derbas bûn û ji Efrînê endamên PYD/PKKê 22 rokêt avêtin navenda Kilîsê û 30 rokêt û guleyeke hawinê avêtin navçeyên Hatayê Reyhanli, Hassa û Kirikhanê.
Ji ber êrişan 2 jê ji Sûriyeyê 5 kes hatin kuştin û tevî zarokan 73 kes jî birîndar bûn.
Li nav Reyhanliyê 28 rokêt, li dorbera Hassayê 2 rokêt û li Kirikhanê jî guleyeke hewanê ket.

Di êrişan da li Reyhanliyê Fatma Avlara 17 salî, Nadri El Faresê (51) ji Sûriyeyê hatin kuştin û li Kirikhanê ji ber guleya hewanê Şahîn Elîtaşê (30) xebatkarê TEDAŞê hat kuştin û 51 kes jî birîndar bûn.
Ji ber êrişan li Reyhanliyê 11 mal û 15 dikan xera bûn û 20 wesayitan jî xisareke mezin dît.
22 rokêtên ku hatin avêtin li Kilîsê li mizgeftekê û ji xeynî malan li kuçe û qadên vala ketin.
Ji ber êrişên ji Efrînê dijî Kilîsê hatin kirin 5 mal, mizgeftek û 6 wesayitan xisar dît.
Ji ber êrişan yek jê ji Sûriyeyê 2 kes hatin kuştin û 22 kes birîndar bûn.
Di êrişa ku bi rokêtê 24ê Rêbendanê li Kilîsê hat kirin da li Mizgefta Çalikê Muzaffer Aydemir (72) û Tariq Tebbaqê (28) ji Sûriyeyê hatin kuştin.