İbrahim Atmaca
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
AFRÎN
10 jinên ku li Sûriyeyê bi destê rejima Beşşar Esed 2 salan dereqanûnî di girtîgehan da girtî man, êşkence dîtin û rastî destdirêjiyê hatin, bi tevî eskerekî Artêşa Azad a Sûriyeyê va bi êsîran ra hatin taqaskirin û hatin berdan
Fermandarê Tûgaya 1em a Tumena Muntasir Billahê Tirkmen Mûhemmed Paşa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, 10 jinên ku eskerên rejima Esed nêzî 2 sal berê ji Îdlib û devera çiyayî ya Himsê ji niştewaran hildan û şandin girtîgehan, êşkence dîtin, rastî destdirêjiyê hatin, bi tevî eskerekî Artêşa Azad va pêr bi 9 eskerên rejimê ra hatin taqaskirin û serbest man.
Mûhemmed Paşa der heqê taqasa ku li nêzî Ebû Zeydîna gundê Babê çêbû da axivî û wiha got: "Rejimê xwişkên me bê hincet hilda û kir girtîgehê. Xwişkên me du salan her roj rastî êşkence û destdirêjiyê hatin. Ji bo ku em wan hildin me hewl da. Me salek berê 9 eskerên rejimê dîl girtin. Me beranberî eskeran xwişkên xwe û eskerekî xwe xwest. Piştî axaftinên ku hatin kirin, pêr xwişkên me û eskerekî me berdan."
Mûhemmed Paşa dîmena taqasa dîlgirtiyan bi nûçegihanê AAyê ra parvekiri û wiha got: "Me tu xerabî ji ekerên rejimê ra nekir. Weke ku di dîmenan da jî dixuyê hemûyan ji me ra got heqê xwe helal bikin, em hembêz kirin û çûn. Lewra em Tirkmen in, Tirk in. Em di şer da xerabiyê li esîran nakin. Lê rejima Esed ji keç û jina ra her cure xerabî kir. Guhdarkirina gotinên xwişkên me hêrsa me bê dawî kir."
Mûhemmed Paşa got ku hê li Sûriyeyê 7 hezar jinên girtî hene,ji 400î zêdetir keçên zarok ên ku hê nebûne 18 salî hene û wiha dewam kir: "Her roj destdirêjî li ser van jin û zarokan heye. Kirinên Esed li holê ye, ew zalimekî ku êşkencê li jin û zarokan dike, 10 roja carekê xwarinê dide wan e."