Haydar Şahin
26 Gulan 2020•Rojanekirin: 27 Gulan 2020
Artêşa Libyayê diyar kir ku oprasyonên dijî milîsên Hefterê Xelîfeyê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt ji bo 48 saetan da sekinandin.
Di daxuyaniya yekeya çapemeniyê ya Operasyona Agirê Xezebê da wiha hat gotin: "Em îlan dikin ku em ê di nav 48 saetan tu tiştekî bi wesayit û milîs ji herêmên Terhune, Benî Welîd û Nesneyê vedikişin başûrê welêt nekin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku roja duşemê ji nîvê şevê pê va dem dan destpêkirin ûev ji bo milîsên Hefter şansê dawîn e.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku artêşê ji hewayê kontrolan bidomîne, heke ber bi bakur hêzek were jî artêşê êrîş bike.
Artêşa Libyayê ciyên stratejîk ên li başûrê welêt ji milîsên Hefter paqij dike.