Faruk Hanedar
25 Mijdar 2024•Rojanekirin: 26 Mijdar 2024
Artêşa Îsraîlê gelek êrîşên esmanî yên tund birin ser başûrê Beyrûta paytextê Libnanê.
NNAya ajansa fermî ya Libnanê daxuyand ku Hureyk, Gubeyrî û Şuveyfat Amrusiyeya Dahiyeyê bûn hedefa êrîşan.
Li taxa Hureykê herî kêm 3 êrîşên esmanî hatin kirin, piştî êrîşan agir bi hin deveran ket û toz û dû li ser Dahiyeyê ket.
Nûçegihanê AAyê yê li herêmê ragihand ku êrîş peyê hev hatin kirin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee kêliyek beriya êrîşan li ser hesabê xwe yê Xê 12 nexşe parve kirin û gefa êrîşan xwar.