Önder Beyter
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
QUDIS
Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên Îranê ji Sûriyeyê qedera 20 roket avêtin Îsraîlê.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku Hêza Qudsê ya Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ji Sûriyeyê qedera 20 roket avêtin baregehên li Girên Golanê yên di bin dagiriya Îsraîlê da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin hemû roketên ku hatin agirkirin, ji aliyê pergala berevaniya asîmanî ya Îsraîlê Qubeya Hesin va hatin jinavbirin. Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşê da kes nemir an jî birîndar nebû û wiha hat dewamkirin:
"Ji bo artêşa Îsraîlê ev, bûyereke girîng e û ji ber hindê jî artêşa Îsraîlê ji senaryoyên cuda ra amade ye."
Berpirsekî ji berdevkiya artêşa Îsraîlê bersiv dabû pirsa peyamnêrê AAyê û destnîşan kiribû ku li Girên Golanê sîrenê lê da. Wî berpirsî lêbelê destnîşan nekiribû bê ka sîrenê çima lê da.
- Îsraîlê êrîşî başûrê Sûriyeyê kir
Ji aliyekî din va, hat ragihandin ku Îsraîlê bi tang û firokeyên cengê va êrîşî herêmên Beas û Hedar ên parêzgeha Kuneytra ya li başûrê Sûriyeyê kir.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî yên li Kuneytrayê hat wergirtin, hêzên Îsraîlê ji Golana ku zorpes kiriye, bajarên Beas û Hedar ên parêzgeha Kuneytra ku di kontrola rejima Beşar Esed da ye, dan ber topên tangan.
Piştî ku hêzên rejima Sûriyeyê bi roketên pirserî va bersiv dan, hêzên Îsrîalê jî vê carê bi firokeyên cengê va êrîşî dewrûbera bajarê Beasê û herêma Til Ehmer a li bakurê parêzgeha Kuneytrayê, kirin.
Berpirsên artêşa Îsraîlê der heqê êrîşên ku tê destnîşankirin, li dijî Sûriyeyê hatin kirin da daxuyanî nedan.