Burak Dağ
16 Îlon 2025•Rojanekirin: 17 Îlon 2025
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir, li dijî Xezeya ku êrîşên dagirkeriyê tund kirin, artêş bi "kulma hesin" va êrîş dikê.
Wezîrê Parastinê Katz li ser hesabê xwe yê Xa ku navenda wê Amerîka ye, daxuyanî da û diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji bo dagirkirina bajarê Xezeyê êrîşên tund dike.
Katz got "Xeze dişewite" û diyar kir, ji bo ku Hemas "were têkbirin" û hêsîrên Îsraîlî werin berdan, artêş bi "kulma hesin" va êrîşî bajêr dike.
Êrîşên ku Îsraîl wekî "operasyona eskerî" pênase dike, li Xezeyê krîza însanî zêdetir dikin û bertekên civaka navneteweyî jî her ku diçe zêdetir dikin.
Li gor nûçeya rojnameya The Jerusalem Postê, artêşa Îsraîlê li dijî bajarê Xezeyê êrîşeke nû ya bejayê da destpêkirin.
Li gorî nûçeya ku spartin çavkaniyên Îsraîlî, tankan dest pê kir û ketin bajêr.
- Artêşa Îsraîlê ragihand ku li bajarê Xezeyê êrîşa bejayê daye destpêkirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji bo girtina bajarê Xezeyê yê li bakurê Xeta Xezeyê, êrîşa bejayê daye destpêkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa da hat destnîşankirin ku di saetên şevê da êrîşa bejayê li dijî bajarê Xezeyê dane destpêkirin.
Hat diyarkirin ku weke niha 2 tumen beşdarî êrîşa bejayî bûne, ya sêyemîn jî di rojên pêşiya me da ewê beşdar bibe.
Hat ragihandin ku êrîş li taxên keviyê yên bajarê Xezeyê dest pê kirine û tê plankirin di roj û hefteyên pêş da dorpêçkirina bajêr çêbibe.
Serokwezîr Benyamîn Netanyahu di rûniştina doza gendeliyê da ragihandibû ku wan êrîşên tund li dijî bajarê Xezeyê dane destpêkirin.
- Ji ber êrîşên Îsraîlê 35 jê li Xezeyê 38 Filistînî hatin kuştin
Ji serê sibehê da ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê 35 jê li Xezeyê 38 Filistînî hatin kuştin.
Li gor agahiyên çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan artêşa Îsraîlê di serî da bajarê Xezeyê li herêmên curbecur yên Xeta Xezeyê êrîşên xwe didomîne.
Li gor agahiyan ji serê sibehê da ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê 35 jê li Xezeyê 38 Filistînî hatin kuştin.
Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên Xeta Xezeyê gelek kes jî birîndar bûne.