Irmak Akcan,Ömer Koparan
04 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2025
Hat ragihandin ku dê Balafirgeha Navdewletî ya Dîmeşqê ya li Şama Paytexta Sûriyeyê 7ê Kanûna Paşîn dest bi geştên navdewletî bike.
Serokê Heyeta Asîmangeriya Sivîl û Veguhastina Asîmanî Eşhed Salîbî di axaftina xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) da destnîşan kir ku dê li Balafirgeha Navdewletî ya Dîmeşqê 7ê Kanûna Paşîn geştên navdewletî dest pê bikin.
Salîbî destnîşan kir ku amadekariyên wan ên jinûva destpêkirina operasyonên asîmanî li balafirgehên Şam û Helebê berdewam in û got, "Bi piştevaniya hevkarên me, emê hewl bidin ku ev balafirgeh bibin xwedî qebareya ku pêşwazî li geştên asîmanê yên ji çar aliyê cihanê bike."
Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejima Beasê, 18ê Kanûna Pêşîn yekem balafira rêwiyan ji Balafirgeha Şamê rabûbû û xwe li Balafirgeha Helebê danîbû.