Hat ragihandin ku balafirên şer ên koalîsyona di serkêşiya Erebistana Siûdî de li Zamara Yêmenê êrîşî dibistana polêsan kirin û di êrîşê de 9 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya televizyona El-Mesîreyê ya tevgera Hûsî Ensarullahê hêzên koalîsyonê êrîşî dibistana polêsan kirin û di êrîşê de 9 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Wek mayîn hat ragihandin ku li Ebyena Yêmenê milîtanên Tevgera Ensarullahê û hêzên Berxwedana Gel şer derket û mirî û birîndar hene.
Li gor çavkaniyên herêmî di şer de çekên giran tên emilandin ji hêzên Berxwedana Gel 6 kes birîndar bûn. Tê gotin ji hûsiyan jî mirî û birîndar hene.