Türkan Tosun
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
ÎSTANBUL/EZAZ
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşşar Esed êrîşî kampa Yermukê ya ku li başûrê Şamê tê da penaberên Filistînî dijîn û di bin kontrola DEAŞa rêxistina terorê de ye dike.
Hêzên rejimê piştî ku Xûtaya Rojhilat bi dest xistin, pêncşema derbasbûyî li kampa Yermukê dest bi êrîşan kirin. Demek berê rejimê ji DEAŞê re gotibû bila terka vê herêmê bike, lê DEAŞê qebûl nekiribû.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî ya ku nûçegihanên AAyê bi dest xist, rejima Esed di nav 5 rojan de 300î zêdetir êrîş kir.
Çavkanî dibêjin rejima Esed û komên Îran piştgiriyê dide wan destûrê nadin ku sivîl bên tehliyekirin, lê ji bo ku terorîstên DEAŞî bikaribin ji ser bajarê Suveydayê herin çol û çolterên Humusê korîdorekî ava dikin.
Li gor daneyên "Ji bo Filistînê Koma Çalakiyê" ji destpêka operasyonê vir va li Yermukê 336 bombeya warêlê, hezar û 150 fuze hatin avêtin. Di van êrîşan de 20 penaberên Filistînî hatin kuştin.

- Li Kampa Yermukê ji sed hezarî zêdetir sivîl di bin dorpêçkirinê de ne
Kampa Yermukê 8 kîlometro li başûrê Şamê li ser 16 kîlometrokareyê ye û tê da penaberên Filistînî dijîn.
Herêmeke 8 kîlomêtroyî di destê DEAŞa rêxistina terorê de ye. Qismeke 7 kîlomêtrokareyî jî di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad de ye.
Qismeke kîlomêtrokareyî ya ku di navbera rejima Esed û DEAŞê de yî di bin kontrola Heyet Tehrîr Şamê de ye.
Li kampê 2 hezar û 500 malbat dijîn ku ji van gelek penaberên Filîstinî ne.
Li cihê ku di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad de 100 hezar sivîl hatine dorpêçkirin.
Jineke ji Xezeyê ya bi navê Um Fîda (65) ya ku li herêma di destê muxalifan de dijî ji nûçegihanên AAyê re got: "Em naxwazin terka malên xwe bikin. Me zarokên xwe li vir mezin kir ku ew bikaribin vegerin Filistînê. Em hînî tîbûn, birçîbûn û tunebûna ceyranê bûn. Berê li vir 750 hezar kes dijiya. Heta sala 2010an herêma me bi bazirganî û pêşvaçûna xwe va wisa bû ku hema dikaribû bi Şamê ra bikeve pêşbaziyê."