18 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2019
Çapemeniya Amerîkayê ji bo peymana li ser bakurê Sûriyeyê ya Tirkiye û Amerîkayê îmze kirin got, "Tirkiyeyê hemû daxwazên xwe sitand".
Saziyên medyaya sereke ya Amerîkayê yên wekî Washington Post, Wall Street Journal, New York Times, CNN, ABCyê peymana dibêje "Ji bo di nav 120 saetî da PKK/YPG ji herêma ewledar were derxistin Herekata Kaniya Aştiyê dê bê sekinandin" wekî "Enqere gihîşt hedefên xwe" nirxandin.

Di malpera Wall Street Journalê da di xebera bi sernavê "Tirkiyeyê qebûl kir ku navberê bide operasyonên li bakurê Sûriyeyê" da wiha hat gotin: "(Serokê Amerîkayê Donald) Trump pesnê peymanê dide lêbelê kesên rexne dikin jî dibêjin şertên peymanê wekî hedefên Enqereyê ne."
Li ser malpera New York Tîmesê peyman bi sernavê "Ji Tirkiyeyê serfiraziya li dijî Donald Trump" hat îlankirin. Di spota xeberê da wiha hat gotin: "Serokomarê Trkiyeyê daxwaza xwe hilda - Rûsya û Îranê jî bi heman awayî".
Peyman di rojnameya Washîngton Postê da wekî "Peymana agirbesta Sûriyeyê" hat nirxandin.
Di xebera bi sernavê "Peymanê tehdîda mieyîdeyên Amerîkayê ji holê rakir, destûr hat dayîn ku Tirkiye herêma tampon ava bike" da wiha hat gotin: "Peymanê îmtiyazên ku Erdogan bi salan e nikare bi mizakereyan ji Amerîkayê bistîne da Erdogan û biryara kirina çalakiyên eskerî derxist paqijiyê."
- "Li ber daxwazên Tirkiyeyê teslîmbûn"
ABC Newsê got herdu welatan di mijara Sûriyeyê da li hev kirin lêbelê di mijara gelo ev "agirbest" e an "navber dan operayonan" da di heman fikrê da nînin.

Di xeberê da peyamana ku Serok Trump gotibû "ji bo şaristaniyê rojeke mezin" û mizgîniya wê dabû, wekî "Li ber daxwazên Tirkiyeyê teslîmbûn" hat nirxandin.
CNNya her tim Trump pê ra dikeve nîqaşan jî xebera peymanê wekî "(Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke) Pence agirbesta Sûriyeyê ya xanê dike ku hemû daxwazên Tirkiyeyê dane îlan kir" weşand.
Di şîroveya xeberê da hat gotin ku Amerîkayê zor da YPG/PKKya "demekê di têkoşîna dijî DEAŞê da mitefîqê wê bû" ku ji qismekî erdê dagir kiriye vekişe, tê dîtin ku Tirkiyeyê piraniya hedefên xwe mihefeze kir.
Di xebera CNNyê da cî dan şîroveya rayedarekî ji Amerîkayê yê operasyona li Sûriyeyê ji nêz va teqîb dike. Rayedar mijarê wekî Amerîka "Kirinên Tirkiyeyê tesdîq dike, destûrê dide ku qismekî Sûriyeyê îlhaq bike û serjimara Kurd ji cî û warên xwe bike" dinirxîne.
- Foxê peyman bê şîrove weşand

Fox Newsê xeber bi sernavê "Tirkiye û Amerîkayê peymana agirbestê çêkirin" weşand, xalên li ser hûrgiliyên peymanê rêz kirin.
Polîtîcoya malpera înternetê jî peyman bi lêpirsînên ezla Trump ra nirxand.