Badeh daxuyanî da çalakvanên ji bo protestokirinê li Abûjayê civiyan û wiha got: "Em cihê keçikan dizanin, lê em nikarin ji we re bêjin. Ev razeke leşkerî ye, ji bo xilaskirina keçikan em hewld didin."
Badeh destnîşan kir ku artêş ji bo xilaskirina keçikan û ewlehiya keçikan hesas tevdigere û wiha got: "Bila kes nebêje artêş çi dike, em dizanin çi dike."
Milîtanên Boko Haramê di 14ê nîsanê de li Chîbokê keçikan ji dibistanekê revandibûn.