İbrahim Atmaca
05 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê daxwaza Rûsyayê ya ji bo Kongreya Gelên Sûriyeyê de got: "Me vê mijarê bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Birêz Putin re qasî 15 roj berê xeber da. Behsa vê mijarê ji me re kirin. Gotin 'Em dixwazin Kongreya Gelên Sûriyeyê li dar bixin û bi ya me feydeya wê li ser rewşa siyasî çêbibe.' Ev beriya civîna Astanayê ya ku di 30-31ê cotmehê de çêbû yanî hefteyek beriya wê hat gotin. Me jî got der barê vê de agahiyên zêdetir bidin me ku ka em fêm bikin çi ye, feydeya wê gelo wê çêbibe, em hema nabêjin na. Ka em binirxinîn û paşê hereket bikin. Wan jî got 'temam emê ji we re kaxizekî bişînin, kî wê beşdar bibe, armanc çi ye û hwd.' Paşê me bihîst ku hema wisa li gor xwe îlan kirine. Me jî îtîraz kir. Jixwe min di civîna çapemeniyê ya hefta çûyî de behsa vê kir. Li ser vê Kremlînê ji me ra got wan ev civîn taloq kiriye. Yanê heke car din neguherînin di 18yê mehê da na, di demeke din de ev civîn wê çêbibe."
Alîkarê Sekreterê Giştî û Berdevkê Serokomariyê Kalin di weşana yekser a NTVyê da pirsên li ser rojevê bersîvandin.
Kalin diyar kir, piştî referanduma ku li Hewlêrê hat kirin, heke meriv têkoşîna ku bi DEAŞê ra tê dayîn hilde ber çavê xwe li pêşiya Tirkiyeyê firsendeke girîng heye û wan ji rayedarên iraqî ra wiha got: "Çawa ku axa Iraqê bi temamî ji DEAŞê hat paqijkirin, vê gavê ji bo ku ji PKKê jî temamî were paqijkirin li ber me firsendeke baş heye."
Kalin destnîşan kir, çawa ku DEAŞ rêxistina terorê ye, PKK jî rêxistineke terorê ye.
Kalin destnîşan kir ku divê meriv di stratejiyeke ku çarçoveya wê berfireh e da li ser têkoşîna terorê bisekine û got ku dibe li dijî Qendîl, Şengal, Sûriye an jî cihê ku PKK lê dimîne operasyon werin kirin.
Rûsyayê Kongreya Gelên Sûriyeyê taloq kir
Kalin der heqê daxwaza Kongreya Gelên Sûriyeyê ya Rûsyayê da wiha got: "Me bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Birêz Putin re qasî 15 roj berê li ser vê mijarê xeber da. Behsa vê mijarê ji me re kirin. Gotin 'Em dixwazin Kongreya Gelên Sûriyeyê li dar bixin û bi ya me feydeya wê li ser rewşa siyasî çêbibe." Ev beriya civîna Astanayê ya ku di 30-31ê cotmehê de çêbû yanî hefteyek beriya wê hat gotin. Me jî got der barê vê de agahiyên zêdetir bidin me ku ka em fêm bikin çi ye, feydeya wê gelo wê çêbibe, em hema nabêjin na. Ka em binirxinîn û paşê hereket bikin. Wan jî got 'temam emê ji we re kaxizekî bişînin, kî wê beşdar bibe, armanc çi ye û hwd.' Paşê me bihîst ku hema wisa li gor xwe îlan kirine. Me jî îtîraz kir. Jixwe min di civîna çapemeniyê ya hefta çûyî de behsa vê kir. Li ser vê Kremlînê ji me ra got wan ev civîn taloq kiriye. Yanê heke car din neguherînin di 18yê mehê da na, di demeke din de ev civîn wê çêbibe."
PYD wê ji bo civîneke nû neyê vexwandin
Kalin diyar kir ku bi Rûsyayê ra têkiliya wan dewam dike û wiha dewam kir: "Birêz Serokomarê me jî dibe ku di nav çend hefteyên pêş me da hin têkiliyan dayne. Ne tenê ev mijar, lê ev mijar jî tê da ji bo çend mijaran têkiliya me wê çêbibe."
Kalin diyar kir, ji bo Kongreya Gelên Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê va nayê qebûlkirin ku PYD hat vexwandin û wiha dewam kir: "Me di serî da ji Amerîkayê ra jî got, ji Rûsyayê ra jî got û ji Îranê ra jî û ji welatên din ra jî got. Ji bo me xeta sor e. Çima? Lewra PYD rêxisitineke terorê ye. Şaxa Sûriyeyê ya PKKê ye. Kurdên ku têkiliya wan bi PYDê ra tuneye, pirsgirêka me bi wan ra tuneye. Divê esas ew li ser maseyê bin. Lê zexteke wisa li ser van kurdên ku têkiliya wan bi PYDê ra tuneye û ji PKKê ra bîat nekirine heye ku kes dengê wan kurdan nabihîze. Em qebûl nakin ku PYD û YPG li ser maseyê be. Em beşdar nabin. Grûbên sûriyeyî wê beşdar bin. Lêbelê bi îhtimaleke mezin dibe ku em çavdêrekî bişînin wir. Vêga teqez eşkere nîne. Lê bi qasî ku Rûsyayê ji me ra got, civîn hatiye taloqkirin û wê PYDyê jî venexwînin. Em jî nirxandineke bi vî rengî dikin."