Türkan Tosun,Abdullah Tel,Nihat Kavşut
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
ANKARA
Civîna sêalî ya li Soçiya bajarê Rûsyayê ji hêla Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî hat kirin di çapemeniya dinyayê de gelekî bal kişand.
Rojnameya New York Tîmesê di nûçeya xwe ya bi serenava "Pûtîn dibêje Tirkiye û Îran piştgiriyê didin Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê " de got di mijara paqijkirina Sûriyeyê ji rêxistinên terorî da welatên garantor li hev kirin.
Washington Postê jî ji bo civînê serenava "Li Rûsyayê civîna Sûriyeyê, Erebistana Siûdî dixwaze komên muxalif bicivîne" nivîsand. Di nûçeyê de hat gotin Tirkiye, Îran û Rûsya ji bo ku li Sûriyeyê çareseriyeke aştiyane çêbibe li hev civiyan, di heman demê de komên muxalif ên ji Sûriyeyê ne jî ji bo ku cudahiya di navbera wan de ji holê rakin li Riyadê li hev civiyan.
CNN Internationalê jî civîn bi serenava "Tirkiye, Îran û Rûsyayê ji bo hevdîtinên aştiyê yên ji bo Sûriyeyê li hev kirin" da.
- Rûsya
Civînê di çapemeniya ûrisan de jî cihekî berfireh girt.
Li Rûsyayê gelek qunciknîvîskaran li ser civîna Soçiyê analîz nivîsandin.
Rojnameya RBKê jî di nûçeya xwe ya analîzê ya bi sernava "Tirkiye, Îran û Rûsyayê ji bo aştiya Sûriyeyê di kîjan mijarê de li hev kirin?" de behsa rola her sê welatan a di dahatûya Sûriyeyê de hat kirin.
Nûçegihanê rojnameya Kommersantê Andrey Kolesnikovê nêzî Kremlînê di analîza xwe da diyar kir ku di çarçoveya Kongreya Guftûgoya Neteweyî da sernava herî girîng a lûtkeyê hesasiyeta Tirkiyeyê ya der heqê kurdan da bu.
Di analîza Gazeta ya bi sernava "Ji Rûsyayê bi Aştî" da hat gotin ku civîna li Soçiyê di qada hevdîtinên navneteweyî da destê rêveberiya Moskovayê xurt kir.
- Almanya, Îngiltere, Spanya û Awistirya
Rojnameya Suddeutsche Zeitungê ya li Almanyayê lûtkeya li Soçiyê ku Tirkiye, Îran û Rûsya beşdar bûbûn kir rojev. Rojnameyê, kongreya ku wê bi beşdariya hezar kesî ji bo amadekirina makezagona nû bê kir kir manşet û pirsî, gelo dê ev kongre were kirin an na?
The Timesa rojnameya li Ingiltereyê navdar e jî lûtkeya li Soçiyê bi sernava "Pûtîn bi 'Me Sûriye xilas kir' va pesnê xwe da" gihand xwendevanên xwe.
Guardianê jî nûçeya xwe bi sernava "Rûsya, Îran û Tirkiye bidawîbûna şerê li Sûriyeyê niqaş dikin" va da.
Li Spanyayê jî rojnameya El Mundoyê nûçeya xwe ya der barê Lûtkeya Soçiyê da bi sernava "Îran û Tirkiye li Sûriyeyê (Aştiya Ûris) teşwîq dikin" va gihand ber destê aboneyên xwe.
Rojnameya La Vanguardiayê der barê civînê da wiha got: "Pûtîn ji bo projeya aştiyê ya li Sûriyeyê pêk bîne alîkariya Erdogan û Rûhanî hilda."
- Gurcistan, Azerbaycan, Qazaxistan, Pakistan, Hindistan û Çîn
Li Gurcistanê ajansa Înterpressnewsê di nûçeya xwe da destnîşan kir Erdogan, Pûtîn û Rûhanî li hev kirin ku li Sûriyeyê bona şer biqede û çareserî çêbe hewl bidin.
Rojnameya Şerqê ya Azerbaycanê nûçeya civînê di manşeta xwe da weşand.
Rojnameya Dawnê ya Pakistanê di nûçeya xwe da wiha got: "Tirkiye, Rûsya û Îran wê li Sûriyeyê ji bona çareseriya siyasî bixebitin."
Rojnameya Financial Express ya Hindistanê ji bona civîna Soçiyê diyar kir rê li ber perçebûna Sûriyeyê hat girtin.
Şinhuaya ajansa Çînê ji bona civînê destnîşan kir civîna sêalî ji bo şer li Sûriyeyê biqede wek firsendeke rastîn tê dîtin.