Abdullah Tel
03 Mijdar 2020•Rojanekirin: 03 Mijdar 2020
Di êrîşa terorê ya li Viyana paytextê Awistiryayê hat kirin da Recep Tayyîp Gultekînê bi terorîst ra rûbirû ma û saçme li çoka wî ket daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Gultekîn destnîşan kir ku li herêma turîstîk a Viyanayê tevlî hevalê xwe Mikaîl Ozer va dema digeriyan dengê gule berdanê hat û ew jî ber bi cihê deng va çûn û bi çavên xwe dîtin ku terorîstekî gule berî sivîlekî da.
Di axaftina xwe da Gultekîn got kur wî alîkariya jinikeke birîndar kir û wê bir restoraneke nêz.
- "Terorîst berê çeka xwe bi min da kir"
Gultekîn diyar kir ku ew piştî ji restoranê derket bi terorîst ra hat hemberî hev û wiha domand: "Min jinika birîndar bir restoraneke nêz û paşê terorîst berê çeka xwe bi min va kir. Di wê navberê da min xwe avêt erdê û tilolo kir. Ez wisa texmîn dikim di dest da çekek luledirêj a wek bipompe be hebû. Sacmeyeka ji vê çekê derket ji paş va li çoka min a rastê ket. Lê birîneke pir giran nebû. Em li wesayîta hevalê min siwar bûn û çûn qereqola polêsan û haya wan bi meseleyê xist."
Di berdewamiya axaftina xwe da Gultekîn ragihand ku piştî xeber dan polêsan dîtin ku polêsek jî birîndar bûye û tevlî hevalê xwe Mîkaîl Ozen wî polêsî jî heta ambulansê birin.
Gultekîn got ku wan jinikeke pîr jî danîn cihekî ewle û wiha domand: "Birîna min giran nebû û ez neçûm nexweşxaneyê. Ji min ra gotin ku em te bibin nexweşxaneyê lê li derdorê birîndarên girantin hebûn û min nexwest ez jî bibim barek. Sacme hêj bi min ra ye û piştî rewş aram bibe ez ê bo tedawiyê biçi nexweşxaneyê."
Li Viyanaya paytextê Awistiryayê di êrîşa terorê ya hat kirin da yek jê êrîşkar du kes mirin. Piştî êrîşê terorîst ji cihê bûyerê reviyan û bo qefaltina wan polês li çar aliyê welêt xebatên xwe didomîne.