Önder Beyter
04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 05 Nîsan 2019
Serokê Navenda Rewşa Bilez a Îranê Pîr Huseyîn Qulîwend ragihand, ji ber lehiyên ku li 25 eyaletan di encama barana gumrah da rabûn, hejmara kesên ku li tevahiya welêt mirin, derket 70yan.
Qulîwend di daxuyaniya xwe ya ku da têlevîzyona dewleta Îranê da diyar kir ku ji ber bobelata lehiyê li eyaleta Farsê 23, li Loristanê 14, li Gulistanê 8, li Mazenderanê 5, li Hemedanê 5, li Xoresana Bakur 3, li Kûhgîluye-Bûyer Ehmedê 3 û herwiha li Rezewî Xoresan, Sîmnan, Xûzistan, Kirmanşan, Îlamî Qûm, Îsfehan, Qezwîn û Zencanê li her yekî jê yek bi tevahî 70 kes mirin.
Qulîwend herwiha got ku li eyaletên Xûzistan, Mazenderan û Loristanê 4 kes wenda ne û li seranserê welêt jî 768 kes birîndar bûn.
Li 25 eyaletên Îranê ji 17ê Adarê vir va baraneke gumrah dibare ku di encamê da bobelateke lehiyê rabû û bû sedemê ziyaneke zêde ya madî û canî.
Serokê Dezgeha Tiba Edlî ya Îranê Ehmed Şûcaî duh ragihandibû ku li seranserê welêt hejmara kesên ku ji ber bobelata lehiyê mirin 62 ye.
- Heyva Sor a Tirk alîkarî şand herêma afatê
Heyva Sor a Tirk ji bo Îrana ku ji ber bobelata lehiyê pêwîstiya wê bi alîkariya mirovî heye, ketibû liv û tevgerê û alavên alîkariya mirovî û ekîba pispor şandibûn. Heyva Sor a Tirk herwisa roja duşemê ligel hevkariya Heyva Sor a Îranê ji bo herêmên afat bi ser da hatî, 5 tir alavên alîkariya mirovî şandibûn.