Elif Orhan
30 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
CENEVRE
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra got dibe ku roja yekşemê bi Komîsyona Bilind a Mizakereyê ya ku ji mixalifên Sûriyeyê pêk tê re dest bi hevdîtinan bikin.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî piştî hevdîtina bi heyeta di bin serokatiya Balyoz Beşar el-Caferiyê Nûnerê Daîmî yê NYyê daxuyanî da rojnamevanan.
Mîstûra da zanîn ku bi heyetê re hevdîtineke wekî amadehiyê kirin û ev sepaneke standart e û got ku bi hevdîtinan re digel aştiya li Sûriyeyê armanca wan ew e ku agirbest jî bê bidestxistin.
Mîstûra destnîşan kir ki ji bo wan gelekî girîng e ka Komîsyona Bilind a Mizakereyan (KBM) li ku dera hevdîtinan de cî digire û da zanîn ku komîsyon di nav xwe de ji bo ku biryar bidin ka dê biçin Cenevreyê an na, ev 3-4 roj in mizakereyan dike.
De Mîstûra da zanîn ku KBMyê bal kiaşand ser mijarên ku ji aliyê wan ve girîng e û ji bo ku beşdarî hevdîtinan bibin ji hikûmeta Sûriyeyê pêngavên wekî serbestberdana girtiyan, rakirina eblûqeyan ên ku dê rewşa gel baş bikin xwest. Mîstûra bal kişand ku daxwazên navborî der heqê mafên mirovan de ye û got ku ev daxwaz di nav biryarên Konseya Ewlehiyê ya NYyê ve de jî cî digirin.