Fatih Gazioğlu
06 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand ku ew ji bo mihafezekirina peymana nukleerê ya bi Îranê re hatibû îmzekirin bidome, bi parlamenterên xwe re dixebitin.
Tillerson daxuyenik da ajansa Associated Pressê û got ku ji bo di peymana nukleerê ya bi Îranê re hatibû îmzekirin de ku hin guherîn bên kirin bi endamên kongreyê re dixebitin.
Tillerson got ku herî zû hefteya bê ev guherîn wê eşkere bibe û Serok (Donald Trump) gotiyê 'Ez ê vê peymanê an serast bikim an jî ez ê betal bikim.'
Tillerson der barê bûyerên li Îranê qewimîn de Yekîtiya Ewropayê rexne kir got ku Ewropayê divê arîkarî bida çalakiyên li Îranê û wiha axivî: "Birastî em li hêviyêbûn ku Ewropa li ser bûyerên Îranê de bibiryar biba û dengê xwe bilind kiriba lê mixabin ev welatên Yekîtiya Ewropa ev tiş nekir."
Serokê Amerîkayê Trump der barê peymana nukleerê ya ku dema Obama Serokê berê de bi Îranê re hatibû îmzekirin wiha gotibû:
"Serokên Îranê mizakarevanên zîrek in. Wan ji xwe re peymaneke gelek baş kiriye lê ev ji bo Amerîkayê xeletiyeke mezin bû. Eger em vê mijarê bi mitefîq û endamên xwe yên kongreyê va çareser nekin, em ê wê çaxê peymanê betal bikin."