Fatih Gazioğlu
15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
RIYAD
Erebistana Siûdî îdiaya ku li hin rojnameyên welatên Rojhilata Navîn derketin û dibêjin ew ê li Şama paytextê Sûriyeyê balyozxaneyê vekin red kir û destnîşan kir ku ev îdiayeke bêbingeh e.
Rayedarekî payebilind yê ku li Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdî wezîfedar e got ku nûçeyên di çapemeniyê de derketin rast nînin û îdiaya vekirina balyozxaneyê derewand.
Ji çapemeniya Rojhilata Navîn hin rojnameyan li ser navê Îbrahim el-Esafê Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî nûçe derketibûn.
Li gor nûçeyan Wezîr Esaf gotiye ew ê roja pêncşemê li Şama paytextê Sûriyeyê Balyozxaneya Erebistana Siûdî ji nû va vekin.