Dildar Baykan Atalay
23 Tebax 2023•Rojanekirin: 24 Tebax 2023
Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla li Sûriyeyê kampên Hol û Rojê yên ku PKK/YPGya rêxistina terorê malbatên terorîstên DEAŞê lê digire, ziyaret kir.
Di daxuyaniya CENTCOMê weşand da hat gotin ku Kurilla di 21ê Tebaxê da Sûriye ziyaret kir û çû wan herdu kampan.
Ji ser daxuyaniyê wisa tê fehmkirin ku Kurilla di serdana kampên Hol û Rojê da qaşo bi rêvebirên wan deran û kesên li wan deran dimînin ra hevdîtin kir û fermandarê CENTOMê rewşa mirovahî, hewlên zêdekirina ewlehiya kampê û pêvajoya rehabîlîtasyonê kontrol kir.
Daxuyaniyê da hat gotin ku Kurilla ragihand ew ji bo ku kesên li kampan dimînin bişînin welatên wan hewl didin û bi xêra vê jî wê pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêmê kêm bibin.
Hat ragihandin ku fermandarê CENTOMê li ser hevkariya bi HSDya rêxistina terorê ya baskê PKK/YPGyê ku li Sûriyeyê wî navî bi kar tîne sekinî û bi serkêşên PKK/YPGyê ra jî hevdît kir.
- Kampên Hol û Rojê
PKK/YPG malbatên endamên DEAŞa rêxistina terorê yên ji Dêrazorê û sivîlên ji şer û pevçûnan reviyane, li kampên Hol û Rojê yên li bajarê Hesekê digire.
Di kampan da piranî jê sivîl bi deh hezaran kes hene û şert û mercên tê da dijîn ne însanî ne.
Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên civakên sivîl dibêjin ku li Kampa Holê ya kapasîteya wê 10 hezar e zêdetir kes hene û rewşa li wê derê her diçe xerabtir dibe.