Türkan Tosun
14 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
WASHINGTON
Rêvebiriya Filistînê civîna ku mijara wê "Li Xezeyê qeyrana mirovî" ye û Qesra Spî hat lidarxistin, boykot kir.
Li gor medyaya Amerîkayê Îsraîl, Qeter, Erebistana Siûdî û Mirektiyên Yekbûyî yên Ereb jî di nav de nûnerên 19 welatan li Qesra Spî beşdarî civînê bûn.
Rêvebiriya Filistînê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku Qudsê wek paytext qebûl dike protesto kir û beşdarî vê civînê nebû.
Civîn bi serokatiya Jared Kushnerê serşêwirmendê Trump çêbû, Kushner qasî du saetan ji beşdarvanan re pêşkêşiyek kir.
Filistînê ev civîn boykot kir û beşdar nebû, lê Qesra Spî der barê vê boykotê de tu daxuyanî neda.
Rêvebiriya Trump di 6ê çileya pêşîn a 2017an de daxuyandibû ku ew Qudsê wekî paytextê Îsraîlê qebûl dikin.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê jî meha borî daxiyandibû ku balyozxaneya Amerîkayê ya li Tel Avîvê wê di meha gulanê de bikşînin Qudsê.
Rêvebiriya Filistînê bertekeke tund nîşanî Amerîkayê dabû û gotibû di Pêvajoya Aştiyê ya Rohjilata Navîn de êdî Wahsingtonê rola xwe ya navbeynkariyê winda kiriye.