Muhammet Kurşun
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
KABUL
Li rojavayê Efxanistanê Zir Koha navçeya wîlayeta Heratê firokeyên aîdî NATOyê bi "şaşîtî" li sivîlan xistin û 13 kes kuştin, 7 birîndar kirin.
Berdekê Walîtiya Heratê Ceylanî Ferhad, daxuyanî da peyamnêrê AAyê û got dema firokeyên NATOyê li Zir Kohê operasyon li ser mewziyên Talîbanê dimeşandin bi "şaşîtî" li malên sivîlan xistin.
Ferhad diyar kir ku malên ku sivîl lê dijîn gelekî nêzîkî mewziyên Talîbanê ne.
Herwiha ragihand ku di êrişê de 16 milîtanên Talîbanê hatine kuştin û 4 jî birîndar b3un.
Talîbanê jî îddia kir ku di êrişê de tenê 35 sivîl hatine kuştin.