Haydar Şahin
03 Nîsan 2020•Rojanekirin: 04 Nîsan 2020
Molnlyckeya saziya tenduristiyê ya navenda wê li Swêdê ye diyar kir ku Fransayê dest da ser bi milyonan lepik û rûpêçên ji bo Îtalya û Îspanyayê ji Çînê îtxal kirin.
Belavbûna vîrusa koronayê ya tîpa nû dewam dike û di navbera Swêd, Fransa, Îtalya û Îspanyaya endamên Yekîtiya Ewropayê da kirîza rûpêçan derket.
Di daxuyaniya li ser malpera Molnlyckeya saziya tenduristiyê ya navenda wê li Swêdê ye da hat diyarkirin ku ji bo ji Îspanya û Îtalyayê ra bişînin ji Çînê bi milyonan rûpêç û lepik îtxal kirin û Fransayê dest da ser van amûran.
- "Ev tevger bû sebebê aciziyê û ne rind e"
Richard Twomeyê Midûrê Giştî yê Şirketê diyar kir ku ew ê amûr ji ser Fransayê ra bişandina Îtalya û Îspanyayê û wiha pê da çû: "Fransayê îxracata amûrên tenduristiyê qedexe kir. Her çi qasî malê Fransayê nebû jî rabû dest da ser amûran. Ev tevger bû sebebê aciziyê û ne rind e."
Twomey diyar kir ku piştî vê tevgera Fransayê ew ê êdî amûrên ji Çînê îtxal dikin ji ser Belçikayê ra bişînin Îtalya û Îspanyayê.
Wekî mayîn di xebera Huffîngton Postê ya hefteya çûyî da hatibû gotin ku Almanyayê dest da ser amûrên ji Çînê hatin îtxalkirin ên ji ser Almanyayê ra bişînin Îtalyayê.