Eşref Musa,Ethem Emre Özcan
27 Hezîran 2021•Rojanekirin: 27 Hezîran 2021
Gelê ku li navçeya Til Ebyadê ya ku dikeve bakurê Sûriyeyê dijî YPG/PKKya ku bi topên hewanê gundên nêzî xeta eniya li çolwarê rojava hedef digire protesto li dar xist.
Terorîstên YPG/PKKyî yên ku li gundên Hefiyye û Koz Elî ya li dervayî sînorên herêma Herekata Kaniya Aştiyê dimîne bi cî bûne sibehê zû bi hewanê êrîşî gundê Xirbet Faras a li çolwarê rojava ya navçeya Til Ebyadê kir.
Piştî êrîşa li ser Xirbet Farasa ku di nav sînorên Herekata Kaniya Aştiyê da cî digire sivîl li meydana gund civiyan û terorîstên YPG/PKKyî yên hewl didin ku îstiqrara li herêmê xira bikin û jiyana sivîlan dixin xetereyê protesto kirin.
Gundê ku ji hêla terorîstên YPG/PKKyî va hedef hatin girtin 10 kîlomêtro dikeve başûrê xeta sînorê Sûriye-Tirkiyeyê.
- "Ji 15 rojan vor va êrîşên asîmanî zêde bûne"
ji xwepêşandêran Waîl Mekko daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li gund 80 malbat dijîn lêbelê ji ber êrîşên rêxistinê yn ku van demên dawîn zêde bûne hin malbatan koç kir.
Mekko diyar kir ku terorsît bi qesdî gundê wan hedef digire û got ku "Di êrîşa ku sibehê hat kirin da dê we rewşa jin û zarokan bidîta.Heke derfet hebûya dê xwe di bin erdê da veşartana. Ji 15 rojan vir va êrîşên asîmanî zêde bûne."
Mekko behs kir ku gund 10 k,lomêtro başûrê xeta sînor e û li gor lihevkirina di cotmeha 2019an da ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da divê rêxistin heta 30 kîlomêtro başûrê xeta sînor vekişiya
- "Zarok gelekî tirsiyan, em reviyan eraziyan"
Zarîfe Zulfiya nexweşê dil jî behs kir ku ji ber tirsa êrîşê rwwşa tenduristiya wê xirab bû û mecbûr ma ku biçe navenda tenduristiyê.
Zulfiyê got ku "Ez kêliyek berî niha ji nexweşxaneyê vegeriyam. Zarok gelek tirsiyan. Em reviyabûn nav eraziyan. Çi gunehê me heye?" û ji êrîşên terorîstan gilîdar bû.