Elif Orhan
01 Adar 2016•Rojanekirin: 02 Adar 2016
AKRA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku Edward Adjahoyê Serokê Parlementoya Ganayê di meqamê wî de ziyaret kir di Lijneya Giştî ya Parlementoya Ganayê de axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) hem di mijara piştgiriya ji bo welatên feqîr û zêde pêş neketine de ji nû ve bê reformekirin, ji nû ve li serê bisekinin û got ku "Va ye li Sûriyeyê hember qetlkirina nêzî nîv milyonî mirovên mesûm- ku li Sûriyê terora dewletê heye - 12 milyon mexdûr ji malên xwe bûn, ji welatên xwe bûn, helwestên xudbîn nîşan didin, di wijdana mirovahiyê de birînên kûr vedikin."
- "Gana ji bo Afrîkayê çavkaniya îlhamê ye"
Erdogan piştî merasima îmzeyê ya ku ji bo peymanên di navbera her du welatan de li Qesra Serokatiyê hat kirin, bi John Dramanî Mahamayê Serokdewletê Ganayê re civîna çapemeniyê ya hevpar kir û qal kir ku di sala 1957an de ewilîn dewleta Afrîkayê ya ku li Afrîkaya bin Sehrayê serxwebûna xwe bi dest xist e.
Erdogan destnîşan kir ku agirê azadiyê ya ku li Ganayê hat vêxistin derfet derxist holê ku pijiqe welatên din jî û wiha axivî:
"Îro jî Gana bi demokrasiya xwe ya saxlem, îstiqrara siyasî û civakî, polîtîkaya derveyî ya aştîxwaz, bi dîplomasiya xwe ya çalak çavkaniya îlhamê ya Afrîka ye. Gana yek ji welatên li Afrîkaya Rojava ya ku dostê me yê nêz e. Em di van demên dawîn de di têkiliyên xwe de dîrok dinivîsin. Em Ganayê wekî hevkarê xwe yê pêşketinê dibînin. Hedefên me di xwe de qadên siyasî, eskerî, aborî, çandî û bazirganî dihewîne."
Erdogan diyar kir ku di heyamên bê de jî biryardar in ku piştgirî bidin aştiya herêmî û aştiya dinyayê.
- "Em mecbûr in ku dijî terorê bisekinin"
Erdogan bal kişand ku di hevdîtina bi Mahama re de li ser pirsgirêkên terorê yên li Afrîka, Gana û li vê herêmê re sekinîn û firsend dîtin ku geşedanên der barê terorê de yên li Tirkiyeyê binirxînin û wiha axivî:
"Em wek welatekî ku ev 35 sal in dijî terorê têkoşîn dide, hedefên rêxistinên terorê, rêbazên wan gelekî baş dizanin. Ciwanên me dahatûya me ne. Em mecbûr in ku li dinyayê hemû welêt dijî vê terora ku dîn, ziman û nijada wê tune bisekinin, wê şermezar bikin û dijî wê bisekinin. Tirkiye ligel Gana û birayên xwe yên ganayî ye."
-"KENY bû wek saziyeke ku xizmetî çend welatan dike"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku terorîzm yek ji pirsgirêkên herî mezin ên dinyayê ye û bal kişand ku ev tehdîda herî mezin a ser demokrasiyê ye, çalakiyên terorê yên dijî mirovahiyê yên li welatên Afrîkayê bi tundî şermezar dikin.
Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ez dixwazim ku li Parlementoya Ganayê vê rastiyê car din îfade bikim. Hemû saziyên navneteweyî ji bo têkoşîna bi terorîzmê re hemû welatên eleqedar di vê mijarê de bi prensîb tevbigere. Neteweyên Yekbûyî divê bibe merciyê ku lê pirsgirêkên gerdûnî tên çareserkirin, Neteweyên Yekbûyî bi taybetî Konseya Ewlehiyê bi rewşa xwe ya berdest mixabin ku bû wek saziyeke ku xizmetê çend welatan dike."
- "Tirkiyeyê tenê hiştin"
Erdogan destnîşan kir ku di çareserkirina pirsgirêka koçberan de Tirkiye tenê hiştin û wiha axivî:
"Hemû welatên Ewropayê ji koçberan re deriyên xwe digirin. Dema em dibêjin ku 'Werin em nehêlin ku li Sûriyê mirov bimirin' wekî ku me tehdîdeke dermirovahiyê kiriye miameleyî me dikin. Ligel vê ew kesên ku her roj ji hewayê û bejayê bi hêzên xwe mirovên mesûm qetl dikin hema bêje tên xelatkirin. Ev ji bo mirovahiyê ne rewşeke wisa ye ku bê qebûlkirin, em vê hovîtiyê û bêedaletiyê qebûl nakin."