Fatih Gazioğlu
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
DIYARBAKIR
Ji bo Leyla Guvena Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku di çarçoveya lêpirsîna beşdarbûna çalakiyên bibîranînên terorîstan û daxuyaniyên li ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li Efrîna herêma Sûriyeyê kiribûn 15 sal cezayê hepsê hat xwestin.
Îdianameya der barê Guvena ku girtî tê darizandin û bi destê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê hatibû amadekirin ji aliyê Mehkemeya Cezayê Giran a 9emîn va hat qebûlkirin.
Di îdianameyê de hat gotin ku Guvenê di wextên cuda beşdarî hin çalakiyan û protestoyan bûye û li wan cihan propagandaya rêxistina terorê ya çekdar kiriye.
Di îdianameyê de hat gotin ku Guvenê di 5ê çiriya paşîn sala 2017an de beşdarî Kongreya Asayî ya HDPyê a 2yemîn bûye û li vê derê axaftinek kiriye. Tespîtên ku di îdianameyê de ev in:
"Guvenê di axaftina xwe de îdia kiriye ku Dewleta Tirk dijî Kurdan 'qetlîaman' dike û ji Ocalan re jî gotiye qaşo ew serokê gelê Kurdan e û azadiya wî xwestiye. Dîsa axaftina xwe de hatiye tespîtkirin ku dibêje kesên ku dixwazin bikevine Efrînê wê hêza 'şervanên Kurd' bibînin û ew sînorê herêmê nas nakin. Her wiha gotiye wê di demeke kin da kongreya xwe ya neteweyî bikin û tecrîda li ser Ocalan dixwazin rakin û wî azad bikin."
- Guven beşdarî çalakiyên dijî Operasyona Çiqlê Zeytûnê bûye
Di îdianameyê de hat bibîrxistin ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo berterefkirina terorîstên endamên YPG/PKK-DEAŞa operasyona Çiqlê Zeytûnê dabû destpêkirin û Guven beşdarî potesto û çalakiyên dijî operasyonê bûye.
Ji bo Guvenê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" di navbera 7,5 û 15 salan de cezayê hepsê hat xwestin.