Fatih Gazioğlu
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
SÎÎRT
Li Sêrtê Besîme Koncaya parlementera Sêrtê ya HDPê ya berê jî di nav de der barê 14 kesan de, bi îdiya propagandaya rêxistinê kirine biryara girtinê hat dayîn. Di vê çarçoveyê de li 4 bajaran operasyon hat kirin û di encamê de ji 14 şikbaran 12 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, di çarçoveya lêpirsina Newrozê de Besîme Koncaya parlementera Sêrtê ya HDPê ya berê û Necîba Îlhana Alîkara Serokê HDPê yê Bajêr jî di nav de der barê 14 kesan de biryara girtinê da.
Tîmên Midûriyeta Ewlehiya Bajêr di vê çarçoveyê de li 4 bajaran operasyon kirin û di encamê de 12 şikbar binçav kirin.
Karûbarên şikbaran yê li emniyetê dewam dike.
Ji bo girtina Konca û şikbarên din jî xebat didomin.