Önder Beyter
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
WASHINGTON
Li Amerîkayê di nava vê hefteya çûyî da 16 zarokên din jî ji ber grîbê mirin ku ev ligel vê amarê hejmara kesên ku ji cotmehê vir va ji ber grîbê mirin, derket 53yan.
Di daxuyaniya hefteyê ya Navendên Kontrol û Xwejêparastina Nexweşiyê ya Amerîkayê (CDC) da hat ragihandin ku di nava vê hefteya çûyî da li tevahiya Amerîkayê 16 zarokên din jî ji ber grîbê mirin. Herwiha hat destnîşankirin ku bi bî awayî ji cotmehê vir va li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber grîbê mirin derket 53yan.
Cîgirseroka CDCyê Anne Schuchatê ragihand ku ji 2010an vir va kesên ku ji ber grîbê herî zêde serî li nexweşxaneyê xistin, sala îsal e.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku îsal vîrusa H3H2 bêtir berbelav e û ev vîrusa dibe sedema komplîkasyonên cuda, însan ji ber vê vîrusê tên razandin û herwiha ji van hin kes jî dimirin. Schuchatê bal kişand ku weqa û komplîkasyonên îsal girantir derbas dibin û her roj hejmara nexweşên birîsk zêde dibe.
Rayedaran diyar kir ku hikûmeta Amerîkayê seba têkoşîna dijî grîbê gelek tevdîr wergirtine, lêbelê divê dîsa jî herkes ji bo parastina xwe û ya malbata xwe ji grîbê, bêtir hesas be.