Ömer Koparan,Mehmet Burak Karacaoğlu
27 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2023
Li Hesekêya bajarê Sûriyeyê li dijî baregeha eskerî ya ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûye, 8 êrîş hatin kirin û baregeh ji bejayê va hat gulebarankirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, serê sibehê li dijî baregeha eskerî ya artêşa Amerîkayê ya li Şedadiya navçeya Hesekê 8 êrîş hatin kirin û baregeh ji bejayê va hat gulebarankirin.
Hat gotin ku di êrîşan da roket li baregehê û li derdora wê ketin, lê nehat gotin bê ka tiştek bi kesî hat yan na.
Li Sûriyeyê 4 roj in li herêma Tenefê, navçeya Malîkiyyeyê ya nêzî sînorê Iraqê, li bajarê Hesekê û li navçeya Sedadiyê li dijî baregehên ku artêşa Amerîkayê lê bi cih bûne, bi wesayîtên esmanî yên bêfirokevan (SÎHA) û çekên bejayê êrîş tên kirin.
Komên ku Îran piştgiriyê didin wan car caran bi çekên bejayê û SÎHAyan êrîşî baregehên Amerîkayê yên li rojhilatê Çemê Feratê dikin.