05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
EFRÎN/CERABLUS
Li Efrîna ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorê hat paqijkirin 2 terorîstên PKKyî yên di amadehiya çalakiyê da hatin derdestkirin.
Terorîstan hewl dida ku ji çiyayên dora bajêr derbasî Meydankiya bajaroka Efrînê bibin, polêsên Artêşa Azad a Sûriyeyê bi operasyonê terorîst derdest kirin.
Polêsan 2 terorîstên amadehiya êrîşa bi bombe dikirin derdest kirin. Hat ragihandin ku terorîstek welatiyê Tirkiyeyê ye.
Li ser kesên hatin derdestkirin sîlahên bi dengbir û bombeyên destan hatibûn çêkirin hatin girtin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê di 18ê adarê da bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va Efrîn ji YPG/PKKya rêxistina terorê paqij kiribûn.
Ji bo ku li Efrînê jiyan vegere halê normal xebat dewam dikin.
- Li Cerablusê êrîşa bi bombe
Li herêma Herekata Mertalê Feratê ya di kontola Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê da ye îro ber destê sibê 2 êrîşên bi wesayîta bombebarkirî hatin kirin.
Di êrîşan da tiştek bi tu kesî nehat.
Hat ragihandin ku wesayîtên bombebarkirî danîne kuçeya bazarê ya li rojhilatê navçeyê û li wê derê hatine teqandin.