BRUKSEL
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê li herêma Efrînê ya Sûriyeyê di 20ê rêbendanê da dijî hedefên PYD/YPG/PKK/KCK û DEAŞê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin û şûnda alîgirên PKK/PYDya rêxistina terorê li Ewropayê piranî êrîşî civata Tirk û îbadetxaneyan kirin.
Li ser hidûd û herêmê ji bo ewlekarî û îstiqrarê, li herêma Efrînê jî ji bo berterefkirina terorîstan û her wiha ji bo ku xelkê herêmê ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xilas bibe, 20ê rêbendanê roja şemiyê Operasyona Çiqlê Zeytûnê dest pê kiribû û dewam dike.
Piştî operasyonê alîgirên PKK/PYDyê li bajarên cuda yên Ewropayê civata Tirk, komele, weqif, mîsyonên dîplomatîk û mizgeft kirin hedef.
Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayî (UETD) der heqê êrîşên dijî Tirkên li Ewropayê yên ku alîgirên PKK/PYDyê piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê kirin da rapor amade kir.
Li gor raporê piştî ku Tirkiyeyê dest bi operasyonê kir şaxên rêxistina terorê yên Ewropayê bi navê xwepêşandanên protestoyê propagandaya terorê kirin û çalakiyên şidetê kirin.
Di raporê da bal hat kişandin ku Ewropayê bi navê "azadiya xwepêşanê" destûr da çalakiyên alîgirên rêxistina terorê, wek temaşekaran li êrîşên ku dijî sazî û dezgehên Tirk hatin kirin nihêrîn, alîgirên rêxistina terorê li bajarên cuda cuda wêneyên Abdullah Ocalanê serkirdeyê terorîst û paçikên PKKyê bi hev ra gerandin û bi vê rewşê va delîla wê derket holê ku di navbera PYD/YPG/PKKyê da rast e rast têkiliya îdeolojîk heye.
Di raporê da hat destnîşankirin ku piştî destpêka operasyonê û şûnda li Ewropayê bi tevahî 43 êrîş li dijî welatiyên Tirk, mizgeft, saziyên civata sivîl û cihên din hatin kirin.
- Êrîşên li ser mizgeftan
Alîgirên PKKê di 20ê rêbendanê da li Kassela bajarê Almanyayê êrîşî Mizgefta Sultan Alpaslan ku girêdayî Federasyona Tirk a Almanyayê ye, kir.
Alîgirên PKKyê di 22ê rêbendanê da li bajarê Leipzigê bi kevir û boyaxê va êrîşî Mizgefta Eyub Sultan a Yekîtiya Tirk Îslamê ya Karên Diyanetê (DÎTÎB) kir û avahî xerab kir.
Grubeke alîgirên rêxistina terorê di 22yê rêbendanê da li Mîndena bajarê Almanyayê bi şev nêzî destê sibê bi durişmeyên PKKê va êrîşî Mizgefta Navend a Barbarosê ku ya DÎTÎBê ye, kir û xesareke madî da mizgeftê. Di avahiya ku mizgeft tê da ye 14 welatiyên Tirk dijiyan.
Alîgirên PYD/PKKya rêxistina terorê di 22yê rêbendanê da li Rotterdama bajarê Hollandayê bi şev êrîşî mizgefta ku ya Weqfa Xizmetê ya Geylanî ye, kir. Di êrîşê da camên mizgeftê şikestin û hat gotin ku li ser dîwarên mizgeftê nivîsên ku têkiliya wan bi rêxistina terorê ra heye, hatin nivîsandin. Serokê Weqfa Xizmetê ya Geylanî Alî Dede Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji ber bûyerê xemgîn bûn, ew hêvî dikin ku careke din êrîşeke wiha neyê kirin.
Alîgirên PKKyê li Offenbacha bajarê Almanyayê êrîşî Mizgefta Dr. Sadik Ahmet ku ya Federasyona Tirk e, kir û avahî xerab kir.
- Balyozxane û Konsolxane kirin hedef
Li Salzburga bajarê Awustralyayê di 22yê rêbendanê da êrîşî Konsolxaneya Tirkiyeyê kirin. Piştî êrîşê polêsê Salzburgê daxuyanî da û got ku gelek êrîşkaran deriyê baxçeyê konsolxaneyê şikênand, kamerayên ewlehiyê yên li dervayî avahiyê û di ketinê da cam texrîb kirin. Polêsan 3 gumanbar binçav kirin.
Alîgirên rêxistina terorê di 25ê rêbendanê da li Dublina paytextê Îrlandayê xwepêşandan kir. Nêzî 40 alîgirên rêxistina terorê xwestin ku li Dublinê êrîşî Balyozxaneya Tirkiyeyê bikin. Hin alîgirên rêxistinê ketin baxçeyê balyozxaneyê û wezîfedarên parastina balyozxaneyê ew derxistin derva.
Kesên ku nasnameya wan ne diyar in di 29ê rêbendanê da li Swîsreyê xwestin ku agir berdin wesayîta serwîsê ya Konsolxaneya Tirkiyeyê a li Zurîhê. Ji ber ku alîgirên PYD/PKKyê li Swîsreyê çalak in, li gor gotinê îhtimal heye ku wan kiribe.
Roja pey wê ra jî li Swîsreyê kesên ku nasnameya wan ne diyarxwestin ku agir berdin wesayîta serwîsê ya Konsolxaneya Tirkiyeyê a li Zurîhê. Li Swîsreyê alîgirên PYD/PKKyê li çalak in, loma tê gotin îhtimal heye ku wan kiribe.
- Balafirgeh hatin terorîzekirin
Alîgirên PKKyê di 22yê rêbendanê da li Balafirgeha Frankfurtê ya Almanyayê bê destûr xwepêşandan kir, bi gilî û gotinên xwe va êrîşî welatiyên Tirk ên li kontuara THYê kir.
Alîgirên PKKyê heman rojê li Balafirgeha Hannover-Langenhagenê bê destûr xwepêşandan kir, bi darên pankartan û paçikên rêxistina terorê va êrîşî rêwiyên Tirk kirin.
- Êrîşên li ser îbadetxaneyan dewam kirin
Alîgirên PKKyê di 24ê rêbnendanê da li Frankfurta bajarê Almanyayê nêzî destê sibê êrîşî Mizgefta Eyub Sultan ya DÎTÎBê kir û li ser deriyê mizgeftê peyama tehdîdê nivîsîn.
Alîgirên PYD/PKKya rêxistina terorê rojek şûnda li Hannovera bajarê Almanyayê dîsa êrîşî Mizgefta Uluyê ya Stade-Butzflethê ku ya DÎTÎBê ye, kir. Êrîşkaran camên lokala ciwanan a îbadetxane û mizgeftê şikênandin û li ser dîwarê mizgeftê peyamên tehdîdê nivîsîn.
Alîgirên PKK/PYDyê di 28ê rêbendanê da li Bordeauxa bajarê Fransayê bi şev êrîşî mizgefta Fikra Millî ya Civata Îslamê (CÎMG) kir. Di êrîşê da xesara madî çêbû.
Alîgirên rêxistina terorê di 31ê rêbendanê da dîsa li Almanyayê êrîşî mizgeftekê kir. Êrîşkaran li eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur, li bajarê Aachenê dema nimêja sibê êrîşî mizgeftekê kir, camên deriyê mizgeftê şikênand, xwestin ku tabelaya mizgeftê ji binî va rakin û not bi camên mizgeftê va zeliqandin.
Heman rojê li eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur, li bajarê Aachenê serê sibê dijî Mizgefta Eyub Sultanê êrîş hat kirin, deriyê mizgeftê hat şikênandin û li ser caman "Bila çekşandina Alman were sekinandin. Efrîn bi tenê nîne" hat nivîsandin.
- Li dijî teşkîlata UETDê êrîş
Alîgirên PYD/PKKyê li Swêdê çalak in. Alîgiran di 28ê rêbendanê da li Stocholma paytext êrîşî avahiya Teşkîlata Swêdê ya Yekîtiya Demokratên Tirk a Ewropayî (UETD) kir.
Beriya ku li teşkîlatê ji bo Operasyona Çiqlê Zeytûnê bernameya "diaya Fethê" were kirin alîgiran êrîşî avahiyê kir û li ser dîwarên avahiyê "Efrîn", "Apo", "PYD", "YPG" û "PKK" nivîsîn.
- Şofêrên texsiyan jî di hedefê da ne
Sempatîzanên PKKê di 26ê rêbendanê da operasyon protesto kir û di xwepêşandana protestoyê da êrîşî şofêrê texsiyê ku bi eslê xwe Tirk bû, kir û xwestin ku şofêr lînç bikin. PKKyiyan bi destîdarên alayan va êrîş kir û xwestin ku bikevin texsiyê. Şofêr bi midaxeleya polês va ji dest PKKyiyan hat xelaskirin.
Alîgirên rêxistina terorê di 27ê rêbendanê da li Laheya bajarê Hollandayê êrîşî Komeleya Çanda Tirk a Hollanda û Azerbeycanê kir. 4 kesên ku rûyê xwe pêçan, zirar dan camên komeleyê. Heman rojê alîgirên PYD/PKKyê li paytext Amsterdamê xwepêşandan kir û 2 şofêrên texsiyê yên Tirk derb kirin, êrîşî rojnamegerekî Tirk kirin.
- Li cem zarokan êrîş kirin
Alîgirên PYD/PKKya rêxistina terorê di 2yê sibatê da li Salzgitter-Lebenstedta bajarê Almanyayê xwepêşandan kir û bi destîdaran êrîşî wesayîta welatiyekî Tirk kir. Zarokên piçûk jî di erebê da bûn û di erebê da xesareke cidî çêbû.
Sê roj pey vê bûyerê alîgirên rêxistina terorê li Londraya paytextê Îngiltereyê ji bo piştgiriya PKKyê meşiyan, êrîşî jin û mêra Tirk ku di destê wan da alaya Tirk hebû û xwest ku wan lînç bikin.
- Wesayîta DÎTÎBê hat şewitandin
Alîgirên PKKê di 19ê sibatê da li Berlîna bajarê Almanyayê agir berdan wesayîta DÎTÎBê ku parqkirî bû.
Kesekî ku di saet 02.50yî da ji wê derê ra derbas bû û lê mêze kir ku wesayît dişewite, gazî îtfaiye û polêsan kir. Wesayîteke kêlekê jî xesar dît.
Alîgirên PKKyê di 17ê sibatê da jî li Marsîlyaya bajarê Fransayê qada ku ji bona wê destûra xwepêşanê hatibû dayîn terk kirin û çûn taxa ku Tirk lê dijîn. Nêzî 200 alîgirên rêxistina terorê 4 kes derb kirin û birîndar kirin.
Her wiha di 15ê sibatê da li Mainza bajarê Almanyayê êrîşî Mizgefta Selîmiyeyê kirin. Di nava mizgeftê da û dervayî mizgeftê durişmeyên PKKê hatin nivîsîn û mizgeft hat xerabkirin.
Alîgirên PKKyê di 20ê rêbendanê da li Frankfurtê îstasyona trenê ya navendê çalakî kir û bi gotinan va êrîşî rêwiyên Tirk kirin.
news_share_descriptionsubscription_contact
