Türkan Tosun
01 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê du rojan berf û baran wê bi hev ra bibarin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê nîvewrayî û car caran jî pirewrayî be.
Li giştiyê herêmê berf û baran wê bi hev ra bibare, tê texmînkirin li Îdir û der û dora wê baranê bibare.
Ji hêla başûr ve car caran wê ba rabe, herwiha germahî jî wê 1 an jî 3 pile di ser asta demsalê da be.
Li herêmê germahiya bi şev a herî nizim li Erzinganê 7 pile, li Îdirê 4 pile, li Tunceliyê 3 pile, li Erziromê sifir pile, li Qers û Erdexanê di binê sifirê da 4 pile, li Agiriyê di binê sifirê da pileyek hat pîvan.
Germahiya nava rojê ya herî zêde jî tê texmînkirin ku li Îdirê 15 pile, li Tunceliyê 10 pile, li Erzinganê 9 pile, li Agiriyê 5 pile, li Erziromê 4 pile, li Qersê 3 pile, li Erdexanê jî wê 2 pile be.
Qalindiya berfê li Erdexanê û Qersê 5 û li Erziromê jî santîmêtroyek hat pîvan.
Li navendên xweşiqitandinê qalindiya berfê li Palandokenê 72, li Sariqamîşê 61 û li Yalnizçamê jî 31 santîmêtro hat pîvan.