Elif Irmak
23 Adar 2020•Rojanekirin: 24 Adar 2020
Li Hindistanê ji ber ku jimara kesên bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Kovîd-19) ketin û mirin zêde bû heta dawiya mehê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Serokwezîr Nerandra Modî ragihand biryar hat dayîn ku qedexeya derketina derva ya di navbera 07.00-21.00ç da heta 31ê adarê dewam bike.
Piştî ku 21 adarê roja şemiyê li welêt 80 weqayên nû derketin hikûmetê pêngaveke wiha avêt.
Seranserê qedexeya derketina derva li 45 herêmên li 12 eyaletên mezin xizmetên kamu û şaredariyê yên bingehîn dê di asta asgarî da dê dewam bikin.
Li Hindistanê heta niha 425 weqa hatin dîtin û 8 kes jî mirin.