Haydar Şahin
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 11 Gulan 2018
KERKÛK
Li Iraqê ji bo hilbijartina 12ê gulanê 2 roj man, hat ragihandin ku li Kerkûkê ji bo di dema dengdayînê da bûyerên tundiyê û êrîş neqewimin "pîlana ewlekariya taybet" hat amadekirin.
Maan es-Saadiyê Fermandarê Tumena 2yan a Hêzên Polêsên Têkoşîna Dijî Terorê ya Iraqê di civîna çapemeniyê da diyar kir ku di roja hilbijartinê da ji bo pêkanîna ewlehiya welatiyan û 217 navendên hilbijartinê yên li Kerkûkê polêsên têkoşîna dijî terorê ew ê wezifeyê bikin.
Saadî destnîşan kir ku hêzên hewayê yên Iraqê jî ew ê piştgiriyê bidin wan. Saadî got firoke û teyerayên Iraqê ew ê di seranserê rojê da li ser navenda bajêr, navçe û gundan bifirin.
Saadî diyar kir ku ji îro pê va hat qedexekirin ku motorsîklet dernekevin rêyan û di roja hilbijartinê da jî hemû wesayît ew ê werin qedexekirin, ji bo welatî herin ser sandiqan jî 200 wesayît birin û anîna komî ew ê li navenda bajêr bixebitin.
Saadî destnîşan kir ku ji bo pêkanîna ewlehiyê û pêşîlêbiran îxlalan ew ê roja hilbijartinê ketin û derketina bejêr jî qedexe bikin.
Li Iraqê kêmzêde 24 milyon hilbijêr hene. Li welêt li gor rêjeya serjimarê ji Kerkûkê 13 parlementer tên hilbijartin.