Ferdi Bayat
27 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2023
Li Tabaya bajarê Misrê moşek li avahiyekê ket û 5 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî ya Misrê da derketin, moşek li avahiya rêvebiriya Nexweşxaneya Tabayê ket.
Li gor nûçeyan 5 kes birîndar bûne.
Di nûçeyan da hat destnîşankirin hêzên ewlehiyê çûne ciyê bûyerê û hê nayê zanîn moşek ji ku derê hatiye avêtin.
Li gor agahiyan der barê bûyerê da lêpirsîn dane destpêkirin.
Meqamên Misrê der barê bûyerê da hê daxuyaniyeke fermî nedane.