Bekir Aydoğan
01 Gulan 2021•Rojanekirin: 01 Gulan 2021
Hat ragihandin, li bajarê Kerkûkê yê Iraqê rêxistina terorê DEAŞê li nêzîkî bajarokê Pirdê êrîşî hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê kir û di encamê da 3 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya dezgeha weşanê Rûdawê ku navenda wê Hewlêr e, DEAŞê êrîşî rêbenda pêşmergeyan kir.
Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî li ser mijarê daxuyanî da Rûdawê û diyar kir ku di pevçûna piştî êrîşê da 3 pêşmerge hatin kuştin, 2 pêşmerge jî birîndar bûn.