Önder Beyter
04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 06 Nîsan 2019
Li paytextê Fransayê Parîsê cerdevanên bi çek û bivir ku bi ser otêlekê da girtin, mucewherê ku nirxê wê qedera 350 hezar ewro ye dizîn û revîn.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Fransayê, cerdevanên rûgirtî yên bi çek û bivir, li herêma 16emîn a Parîsê bi şev ketin otêlekê û mucewherê di vîtrîna mixazeyeke di hundirê otêlê da ku nirxê wê qedera 350 hezar ewro ye, tijî telîsan kirin.
Hat destnîşankirin ku diz li wesayîta ku li ber otêlê sekinîbû siwar bûn û baz dan.
Ji bo destgîrkirina dizan, polêsan dest bi lêkolîneke berfireh kir. Dozgeriya Parîsê jî der heqê şêlînê da lêpirsîn vekir.