Nihat Kavşut
13 Sibat 2021•Rojanekirin: 14 Sibat 2021
Hat ragihandin li Somaliya dewleta Afrîkaya Rojhilat li ciyê kontrola ewlehiyê ya li derê avahiya parlamentoyê teqîneke mezin çêbû.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda li ciyê kontrola ewlehiyê ya li derê avahiya parlamentoya paytext Mogadîşuyê wesaîteke bombebarkirî hat teqandin.

Piştî teqînê hêzên ewlehiyê sewqî ciyê bûyerê kirin.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.
Eş-Şebaba rêxistina terorê carcaran li welêt êrîşî hêzên ewlehiyê û cî û warên sivîlan dike.