Türkan Tosun
27 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2019
Li Teksasa eyaleta Amerîkayê di zanîngehekî da êrîşa biçek hat kirin.
Li gor nûçeya Dallas Mornîng Newsê li bajarê Greenvîlleyê di Zanîngeha Texas A&Myê da êrîşeke bi çek hat kirin, gelek mirî û birîndar hene.
Rayedaran ev agahî piştrast nekir, lê li ser medyaya civakî di salona ku partî lê çêbûye wêneyê gelek birîndaran hatin weşandin.
Nûçegihanê televizyona herêmî WFAA-TVyê Jason Whîtely li ser Twîtterê got li kampusa Zanîngeha Texas A&Myê êrîşeke bi çek hat kirin, herî kêm 2 kes mirin û ji 10, zêdetir jî birîndar hene.
Whitely got wisa tê texmînkirin di êrîşê da çekeke otomatîk hatiye bikaranîn, lê sedem ne diyar e.
Ambulans çûn cihê bûyerê.
Der barê nasnameya êrîşkar da û hatiye girtin an na da hê tu agahî tune.