İbrahim Atmaca
03 Îlon 2018•Rojanekirin: 04 Îlon 2018
TEHRAN
43yemîn Civîna Lijneya Rêvebiriyê ya Yekîtiya Ajansên Nûçeyan ên Asya-Pasîfîkê (OANA) li Tehrana paytextê Îranê dest pê kir.
Civîn bi mazûvaniya IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê va tê kirin û Wezîrê Çand û Îrşadê Seyyîd Ebbas Salihî axaftina vekirinê kir, li ser piştgiriya ku OANA dide medyayê sekinî û got ku ajansên nûçeyan êdî giraniyê didin ser xebatên hevpar û tevkariyê dikin.
Ji Ajansa Anadoluyê (AA) Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî Metîn Mutanoglu, Dîrektorê Bazarîkirin û Ragihandina Sazûmaniyê Yilmaz Yaman û Edîtorê Nûçeyên Farisî Hîkmet Gok beşdarî 43yemîn Civîna Lijneya Rêvebiriyê ya OANAyê dibin.
42yemîn Civîna Lijneya Rêvebiriyê ya OANAyê bi mazûvaniya NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê li paytext Beyrûdê hatibû kirin.
- Yekîtiya Ajansên Nûçeyan ên Asya-Pasîfîkê
Yekîtiya Ajansên Nûçeyan ên Asya-Pasîfîkê di sala 1961an da hat avakirin û ji 35 welatan 44 endamên wê hene.
Serokatiya yekîtiyê ya vê heyamê Ajansa Nûçeyan a Dewleya Azerbeycanê (AZERTAC) dike. Yekîtî ni mebesta ku li herêma Asya-Pasîfîkê guhertina nûçeyên serbest çêbibe hat avakirin.
Ajansa Anadoluyê ku vê gavê alîkariya serokatiya OANAyê dike, di navbera salên 2010-2013an da serokatî kiribû.