Haydar Şahin
03 Nîsan 2020•Rojanekirin: 04 Nîsan 2020
Li Îspanyayê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 932 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 10 hezar û 935an.
Wezareta Tenduristiyê agahiyên li ser Kovîd-19ê rojane kir.
Li gor daneyên wezaretê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên ji ber vîrusê mirin 932 zêde bû û derkete 10 hezar û 935an.
Li welêt duh jî 950 kes ji ber vîrusê miribûn.
Li welêt hejmara waqieyan li gor duh 7 hezar û 472 zêde bû û derkete 117 hezar û 710an.