10 Sibat 2016•Rojanekirin: 11 Sibat 2016
BEXDA
Serokwêzîrê Iraqê Heyder el-Ebadî diyar kir ku ji bo reformên li welêt tên kirin baş bên sepandin Lijneya Wezîran a Iraqê wê ji nû ve bê verastkirin.
Ebadî di qanala têlevizyona dewletê de axivî û got: "Amadehiyên ku ji bo hejmara wezîran bê kêmkirin û Lijneya Wezîran ji nû ve bê verastkirin qediyan. Ev guhertin li gor esasên partiyên siyasî yên ku hikûmet ji wan pêk tê û makezagona Iraqê hat kirin.
Serokwezîrê Iraqê ji bo verastkirin awayekî baş biçe serî ji Meclisa Iraqê alîkarî xwest û wiha pê de çû: "Lijneya Wezîran a nû ya ku kesên demokratîk tê de ne ji bo biserkeve divê piştevaniya Meclisê jî hildabe lewra ev girîng e. Di du salên dawîn de ji ber daketina bihaya neftê qeyrana aboriyê pêk hat û ev du sal in ku hikûmetê performanseke baş nîşan da."
Ebadî got ku ji roja dest bi wezifeyê kir heta niha der heqê hin mijaran de biryarên girîng ên ji bo reforman da û wiha dewam kir: "Me wisa hêvî kir ku hemû partiyên siyasî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê lê mixabin wisa nebû."