08 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Ahmet Uzumcuyê Dîrektorê Giştî yê Pêşîlibergirtina Çekên Xazên Bijehrî (OPCW) destnîşan kir ji bo tesbit bikin li Sûriyeyê rejima Esed 2 tesîsên dawîn yên çêkirina çekên xazên bijehrî îmhe kiriye yan na xebatên xwe dimeşînin.
Uzumcu der barê rewşa dawîn a tesîsên xazên bijehrî yên rejimê da raporek weşand.
Ahmet Uzumcu diyar kir ji bo tesbit bikin li Sûriyeyê rejima Esed 2 tesîsên dawîn yên çêkirina çekên xazên bijehrî îmhe kiriye yan na xebatên xwe dimeşînin û wiha got: "Heger Faysal Miqdadê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê helwesteke baş nîşan bide û em difikirin ji bo hêvdîtinên nû bang bikin."
Uzumcu ji xeynî raporê nameya Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Konseya Ewlehiyê ya NYê ra şandiye eşkere kir.
Guterres di nameya xwe da destnîşan kir di heyamên dawîn da piştî pevçûn kêm bûn şert û merc çêbûne bikevin 2 tesîsên dawîn yên rejimê.