MALATYA
Tirkiye li dijî rêxistina terorê DEAŞê ya ku dixwaze aştî û aramiya Tirkiyeyê têk bibe û biherimîne, bênavber têkoşîna xwe didomîne. Herwiha bi operasyonên nava welat û dervayî welat va Tirkiyeyê derbeyeke xedar li rêxistinê da.
Operasyonên nava welat ên dijî rêxistina terorê DEAŞ ku zarok, kalemêr û kalepîran ji xwe ra dike hedef û roja herî xweş a însanan diherimîne û wan dikuje, bênavber û bêrawestîn dewam dikin.
Di xebatên polês, cendirme û yekîneyên tixûb da di meha sibatê da gelek endamên DEAŞê hatin binçavkirin, gelek dokumen, çek û muhîmatên rêxistinê jî hatin bidestxistin.
Tirkiye xebat û tevdîrên xwe yên dijî êrîşên DEAŞê didomîne û herwiha li nava bajaran û li ser sînor tevdîrên xurt werdigire. Bi vî awayî Tirkiye hem li nava welat û hem jî li dervayî welat nahêle rêxistin çavê xwe veke.
Hêzên ewlekariyê bi taybetî çaxê berbanganê li bajarên cuda operasyonên hevdem birin ser DEAŞê û bi van xebatan va rê li ber gelek çalakiyên ku terorîstan dixwast pêk bînin, girt.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê berhev kir, di operasyonên meha çûyî da 189 berşik ku di navê da rêveberên rêxistina terorê û endamên biyanî jî hene, hatin binçavkirin û herwiha gelek muhîmat û teqemenî jî hatin bidestxistin.
Ji berşikên ku derketin pêşiya dadgehê 17 jê hatin girtin, beşek ji wan jî hatin dersînorkirin. Hin ji wan jî miemeleyên wan ên li ewlekariyê dewam dikin.
Herwiha di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da hedefên YPG/PKK-DEAŞê ên li Sûriyeyê jî hatin gulebarankirin.
- Beşek ji operasyonên di meha sibatê da
Li Samsûnê kesekî ji Iraqê ku tê îdiakirin, endamê rêxistina terorê DEAŞê ye, hat tewqûfkirin.
Berşikê ku li Kocaeliyê bi îdiaya qaşo "berpirsê çapemeniyê" yê rêxistina terorê DEAŞê ye, hat tewqûfkirin.
Li Stenbolê di operasyon dijî DEAŞê da 77 jê biyanî, 82 kes hatin binçavkirin.
Li Mêrsînê 3 kesên ku bi îdiaya endametiya DEAŞê hatin binçavkirin, hatin tewqûfkirin û li Gazîentabê jî kesek hat tewqûfkirin.
Berşikê ji Kirgizistanê ku li Termînala Otobusan a Navbajaran a Samsum Yusuf Ziya Yilmazê bi îdiaya endametiya rêxistina terorê DEAŞê hat binçavkirin, paşê hat tewqûfkirin.
Li Konyayê 7 berşik bi îdiaya propagandaya rêxistina terorê DEAŞê kirin, heqaretî avakarê komarê Mustafa Kemal Ataturk û herwiha Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kirin, hatin binçavkirin.
Li Elazigê 2 berşikên ku di operasyona dijî DEAŞê da hatin binçavkirin jê yek hat tewqûfkirin.
Li Mêrsînê 5 berşikên ku di navê da 3 kesên ku hat îdiakirin di nava tîma înfazê ya rêxistina terorê DEAŞê da bûn, hatin tewqûfkirin.
- Li paxtextê operasyona DEAŞê
Li Enqereyê 17 mensûbên DEAŞê ku hat tesbîtkirin amadekariya çalakiyê dikin, di operasyonên hevdem da hatin girtin. Ligel hemû berşikên ku hat tesbîtkirin biyanî ne, gelek materyalên dijîtal hatin bidestxistin.
Li Qeyseriyê di operasyona dijî DEAŞê da ji 3 berşikên biyanî 2 jê bi destê dadhegê hatin girtin.
Dîsa li Stenbolê jî di operasyona dijî rêxistina terorê DEAŞê da 14 jê biyanî, 22 berşik hatin girtin.
Ji 2 berşikên ku li Dîkîliya navçeya Îzmirê di operasyona dijî rêxistina terorê DEAŞê da hatin binçavkirin, yek jê hat tewqûfkirin.
Li Kirşehîrê berşikê jin ku ji ber endametiya rêxistina terorê DEAŞê lê digeriyan, hat tewqûfkirin.
- Pêvajoya darinazina DEAŞiyan
Li Kocaeliyê ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê" 7 sal û 6 meh cezayê hebsê dan berşik Omer Zirê Sûriyeyî yê ku piştî lêpirsîna dijî DEAŞê der heqê wî da doz hatibû vekirin.
Li Kirşehîrê 8 sal û 9 meh cezayê hebsê dan berşikê ku hat îdiakirin, li Sûriye û Iraqê li ser navê rêxistina terorê DEAŞê tevlî gelek bûyerên bibombe bûye.
Darizandina 32 berşikên doza êrîşa terorê ya li ber Gara Enqereyê ku 102 miribûn, dewam dike.
Li Sakaryayê jî darizandina 11 berşikên ku 8 jê tewqûfkirî ne û di navê da qaşo berpirsê payebilind ê DEAŞê Halis Bayancuk ku nasnavê wî "Ebu Hanzala" ye jî heye, dewam dike. Heyeta dadgehê, A.O, F.K. û M.M.U. bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina dervayî welat tehliye kirin û herwiha biryar da ku rewşa tewqûfiya 5 berşikên ku di navê da Bayancuk jî heye, dewam bike.
Darizandina Stefan Samuel Aristidou û Kary Paul Klemanên biyanî ku li Kilîsê li ser xeta sînor hatibûn girtin û hatibû tesbîtkirin ku endamê rêxistina terorê DEAŞê ne, dewam dike. Dadgehê biryar da ku rewşa wan a tewqûfiyê dewam bike.