HEWLÊR
Serokê Giştî yê Partiya Civaka Îslamî (Komela) ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Elî Bapîr got "Em îro ji bo serxwebûna Kurdistanê di demeke girîng de ne. Tabî damezrandina vê dewletê dê hêsan nebe. Lê belê dê bi hewldanên hemû aliyan karên dijwar hêsan bibe."
Bapîr li avahiya partiyê ya li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û li wir axivî. Bapîr got ku em wek Komela xebatên xwe yên ji bo avakirina 'Dewleta Kurdistana Serbixwe' berdewam dikin. Bapîr qal kir ku di vê çarçoveyê de lijneyekê li ser pêşnûmaya stratejiyê lêkolînan dike û diyar kir partiya wan projeya ku hat amadekirin qebûl kir.
Bapîr diyar kir ku 'Pêşnûmaya Projeya Kurdistana Serbixwe' ya ku hat amadekirin û ji 16 rûpelan pêk tê, dê ji îro pê de pêşkêşî hemû kesan bikin. Bapîr axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em wek partî wisa bawer dikin ku divê di vê maweyê de dest bi xebatên 'Damezrandina Kurdistana Serbixwe' bikin. Îro salvegera hilweşîna rejima Iraqê ye, ji ber vê yekê me jî xwest ku vê pêşnûmayê îlan bikin. Em amade ne ku ji bo damezrandina Kurdistana serbixwe çavkaniyên xwe yên mirovahî, stratejî, siyasî û dîplomatîk bi kar bînin. Em bi îzna Xwedê hêvî dikin ku bi piştgirên xwe re vê projeyê tetbîq bikin."
Bapîr got ji ber cudahiyên di birêvebiriya dewletê de difikirin ku bikevin nav xebateke siyasî ya nû. Bapîr wiha axivî: "Em ê hewl bidin ku di nav partiyên siyasî de xebateke hevpar bikin. Em wek Komela û piştgirên wê ji bo damezrandina dewleta Kurdistana Serbixwe çi ji destê me bê em ê bikin."
-"Em dê ji bo herêmên bi pirsgirêk irasrê bikin"
Bapîr bal kişand ku dê parlementerên ku dengê gel girtin û di parlementoyê de cî digirin vê mijarê ji bo nîqaşkirinê vekin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em nêrînên xwe yên îdeolojîk û siyasî yên taybet bidin aliyekî û piştgiriyê bidin vê projeyê. Em îro ji bo îlankirina Kurdistana Serbixwe di heyameke gelekî girîng de ne. Tabî dê damezrandina vê dewletê hêsan nebe. Lê belê bi hewldana hemû aliyan dê kar hêsantir bibe. Em ji niha pê de bangî her kesî dikin: Ji bo damezrandina dewleta me piştgiryê bidin! Em ê vê pêşnûmaya ku hat amadekirin Serokê Kurdistanê jî di nav de pêşkêşî hemû birêvebiran, partiyan, Saziyên Sivîl ên Civakê (SSC) bikin û nêrînên wan hîn bibin."
Rojnamevenekî pirsî ku sînorên Kurdistana Serbixwe ya ku plan dikin ku serxwebûna wê îlan bikin, çawa hat xêzkirin? Bapîr li ser vê pirsê wiha axivi: "Em bi awayekî eşkere dixwazin bibêjin piştî ku rejima Sedem hilweşiya me xeletiyeke mezin kir. Me di mijara herêmên bi pirsgirêk de nekarî bi hikûmeta Bexdayê re li hev bikin. Em ê ji bo herêmên kurdan yên ku niha bi pirsgirêk in, israr bikin. Em divê di demeke kurt de sînorên erdnîgariya Kurdistanê diyar bikin. Hemû partiyên ku li Kurdistanê ne, di mijara herêmên ku bi pirsgirêk in û divê paş ve bên vegerandin de li hev dikin. Beriya ku dewleta Kurdistanê bê îlanklirin, divê em di mijara herêmên bi pirsgirêk de hin pêngavan biavêjin."